Kerkûk – Careke din nivîsekî fermî ji bo qedexe kirina zimanê kurdî derket

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê peywira rêveberiya giştî ya fermangeha tenduristiya Kerkûkê ji kurdan hat standin û ji kesekî ereb re hate dayîn.
13.09.2022, Sal - 11:47
Kerkûk – Careke din nivîsekî fermî ji bo qedexe kirina zimanê kurdî derket
Nuçe Belav bike

Piştî meha borî fermangeha tenduristiya Kerkûkê nivîsek ji bo qedexe kirina zimanî kurdî ji bo tabloyên moleta fermî ya tenduristiyê ji bo dukan û kargehan derxist, careke din nivîsek ji bo sektora tenduristiya qeza Dûbiz hat şandin ku tabloyên moleta fermî ya dukan û kargehan tenê bi zimanê erebî bikarbînin.

Li gor nivîsa fermangeha tenduristiya Kerkûkê, ku îmzaya rêveberê giştî yê fermangehê Nebîl Hemdî li ser e û ji bo ofîsa tenduristiya qeza Dûbiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê hatiye şandin, ku ji bo tabloyên moleta tenduristiya dukan û kargehan tene bi zimanê erebî bê nivîsandin.

Meha borî jî nivîsekî wisa ji fermangeha tenduristiya Kerkûkê bi heman armancê ji sektora tenduristiyê re hatibû şandin û naha bi heman awayî nivîs ji bo qedexe kirina zimanê kurdî hatiye şandin ku tene bi zimanê erebî di wan tabloyên ku nav cîhên kar tên helawîstin hebe û moleta tenduristiyê tenê bi zimanê erebî divê bê nivîsandin.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê peywira rêveberiya giştî ya fermangeha tenduristiya Kerkûkê ji kurdan hat standin û ji kesekî ereb re hate dayîn. Piştre jî ew peywir ji kesekî tirkmen û ser bi milîsên Heşdî Şeibî re hate dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:39:42