Kerkûk: Mafê kurdan di rêvebiriya saziyên bajêr de tê xwarin

Binpêkirinên dijî kurdan li parêzgeha Kerkûkê di saya îdareya sepandî ya Kerkûkê ve berdewam e û vê carê jî li kompanya ya nefta Bakur di bin navê guhertinê de heft serokên beşan ji kar hatin dûrxistin û di cîhê wan de 7 kesên din hatin destnîşan kirin ku ti yek ji wan jî ne kurd e.
17.07.2023, Pts - 05:54
Kerkûk: Mafê kurdan di rêvebiriya saziyên bajêr de tê xwarin
Nuçe Belav bike

Vê derbarê de roja 16.07.2023yê parlamentera fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Necwe Hemîd Kakeyî ragehand: ‘’Li Kerkûkê divê hevsengiyekî hebe bo rêveberina her fermangehekî, lê mixabin di navbera pêkhateyan de ew hevsengî tine, bi taybet li kompanya Nefta Bakur gelek zulm li kurdan tê kirin.’’

Herwaha got: Derbarê wan cudayiyên di rêveberiya îdareya fermangehên Kerkûkê de heye, min nivîsek ji serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re rêkir, ku li Kerkûkê hevsengiyek di rêvebirina saziyên hikûmetê de hebe. Piştre serokwezîr nivîsek li ser wê nivîsa min ji parêzgerê Kerkûkê re şand û daxwaz jê dike, li parêzgeha Kerkûkê di rêvebirina hemû fermangeh û saziyan de hevsengî hebe û hemû pêkhate beşdarbin. Lê ji aliyê parêzgar ve ew fermana serokwezîr cîhbicîh nebû.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:29