Kerkûk: Parêzgar Rêbiwar Taha bangî partiyên siyasî kir

Parêzgarê Kerkûkê bangî partiyên siyasî yên ku civînên Encûmena Parêzgehê boykot dikin kir.
29.08.2024, Per - 09:51
Kerkûk: Parêzgar Rêbiwar Taha bangî partiyên siyasî kir
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha di civîneke çapemeniyê de bangî hemû partiyên siyasî yên ku rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê boykot dikin kir û ji wan xwest ku beşdarî civînan bibin.

Rêbiwar Taha diyar kir ku ji aliyê Encûmena Parêzgehê ve bi awayekî fermî name ji partiyên siyasî re hatiye şandin ku beşdarî civînan bibin û got:

“Me ji wan xwest ji bo ku erkên îdarî yên ji wan re hatine veqetandin bi cih bînin berbijêran destnîşan bikin.”

Teha da zanîn ku heta berbijêr neyên diyarkirin postên îdarî yên ji bo partiyên siyasî hatine veqetandin dê vala bimînin.

Teha destnîşan kir ku di vê heyamê de erkên Encûmena Parêzgehê û parêzgariyê dê bê navber werin kirin.

Di Rêveberiya Xwecihî ya Kerkûkê de erkên 5 cîgirên parêzgar, wekîlekî parêzgar û 7 şêwirmendên parêzgar vala mane.

Rêbiwar Taha diyar kir ku ew dixwazin di Rêveberiya Xwecihî ya Kerkûkê de bi hemû aliyan re bixebitin û heta aliyên siyasî yên ku boykotê dikin berbijêrên xwe nîşan nekin, cihên hatine diyarkirin dê vala bimînin.

Di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya ku şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê hat lidarxistin de, Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgehê hatin  hilbijartin.

Civîn bêyî beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenan û fraksiyonên Ereban ên di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de hat kirin.

Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha wekî Parêzgarê Kerkûkê û ji fraksiyona Ereban Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Encûmena Bajêr hatin hilbijartin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:56