Kerkûk: Şer di navbera DAIŞ û hêzên ewlehiyê de çê bû û qurbanî hene

Li gundekî Kerkûkê şer di navbera komeke DAIŞê û hêzên ewlehiyê de çê bû. Di encamê de, çekdarek hat kuştin û sê endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.
11.09.2024, Çar - 13:07
Kerkûk: Şer di navbera DAIŞ û hêzên ewlehiyê de çê bû û qurbanî hene
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa K24ê re ragehand, “Nêzî seet 08:00 ê serê sibeha îro (Çarşem, 11.09.2024) li gundê Sêkaniyanê yê Kerkûkê, şer di navbera komeke DAIŞê û hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Kerkûkê de çê bû.”

Peyamnêrê K24ê, “Di encamê wî şerî de, çekdarek hat kuştin, du çekdar hatin desteserkirin û yek jî revî, herwesa sê endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.”/K24

 

Vî nûçeyê tevayî: 146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:41