Konsula Brîtanyayê: Herêma Kurdistanê di beşdariya jinan a siyasetê de di asteke nuwaze de ye

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave dibêje: “Herêma Kurdistanê di beşdariya jinan a siyasetê û di warên din de di asteke nuwaze de ye.”
24.06.2023, Cts - 10:05
Konsula Brîtanyayê: Herêma Kurdistanê di beşdariya jinan a siyasetê de di asteke nuwaze de ye
Nuçe Belav bike

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave dibêje: “Herêma Kurdistanê di beşdariya jinan a siyasetê û di warên din de di asteke nuwaze de ye.” Herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike, zêdetir piştevaniya pêgeh û rola jinan bike.

Îro Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an, Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave bi boneya roja cîhanî ya jinan li karûbarên dîplomasiyê, bû mêvana bernameya Beyanî 24 a Kurdistan24ê.

Li ser karkirina jinan li nav saziyên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê û beşdariya wan di biryarên çarenûssaz de, Konsula Giştî ya Brîtanyayê diyar kir: “Gelek girîng e ku em dibînin hejmarek serkirdeyên jin hene li Herêma Kurdistanê ku di warê siyaset, bazirganî, hunerî, werziş, medya û civaka sivîl de kar dikin. Min bi xwe, bi dehan jinan bi şiyan dîtine.”

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku zêdetir piştevaniya rola jinan bike û kêfxweşiya xwe ji bo "beşdariya aktîv" a jinan di karûbarên siyasî û karûbarên din de nîşan da. Herwiha got: “Divê jin bêhtir kar bikin û şiyanên xwe pêşve bibin.”

Rosy Cave diyar kir: “Herêma Kurdistanê di beşdariya jinan a proseya siyasetê û warên din de jî di asteke nuwaze de ye. Ez gelek kêfxweş im ku dibîbim jin dikarin di hemû warên cuda de roleke bi bandor bilîzin.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:21