Konsulê Amerîka: Em pêbend in ku peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê pêdagiriya welatê xwe bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên di navbera her du welatan de dubare dike.
23.08.2023, Çar - 10:15
Konsulê Amerîka: Em pêbend in ku peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 23ê Tîrmeha 2023an pêşwazî Konsulê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji Straw re xwest û piştevaniya xwe jî bo serkeftina erkê wî û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berferehkirina peywendiyên ligel Amerîkayê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê xweşhaliya xwe ji bo destbikarbûna xwe di erkê xwe de nîşan da û berevaniyê li pêbendbûna welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên hevbeş ên dubare kir.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên cihê giringiya hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bû

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 467 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:37