Konsulê Amerîka: Petrola Herêma Kurdistanê ji bo me pirseke girîng e

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê hêvî xwast ku projeyasaya petrol û gazê bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de were amadekirin û pesendkirin. Her wiha got: “Pirsa petrola Herêma Kurdistanê ji bo welatê me pirseke girîng e.”
28.08.2023, Pts - 12:46
Konsulê Amerîka: Petrola Herêma Kurdistanê ji bo me pirseke girîng e
Nuçe Belav bike

Wezîrê Elektrîk û Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (bi wekalet) Kemal Mihemed Salih îro 28ê Tebaxê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw kir.

Wezareta Elektrîkî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa sektora elektrîk û petrolê ya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Da zanîn jî, Konsulê Amerîka pirsa petrola Herêma Kurdistanê wek pirseke giring bo welatê xwe da zanîn û hêvî xwast projeyasaya petrol û gazê bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de were amadekirin û pesendkirin.

Dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Konsulê Giştî yê Amerîkayê gavên ku Wezareta Elektrîkê ji bo bikaranîna enerjiya rojê ji bo hilberîna elektrîkê avêtine, bi girîng binav kir."

Ji aliyê xwe ve, hejmara fermî yê Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê di daxuyaniyekê de li ser tora civakî “Twitter” derbarê naveroka civînê de ragihand, “Her du aliyan li ser berfirehkirina hevkariyên di warê enerjiyê de bi taybetî enerjiya nûjen ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistana xweragir li Iraqê gotûbêj kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:01