Konsulê Amerîkayê: Girîng e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir. Her wiha got: “Pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.
18.06.2023, Paz - 19:04
Konsulê Amerîkayê: Girîng e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Amerîka Irvin Hicks Jr di Konferansa Odeya Bazirganî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê de ragihand, Ji bo parastina aramî û asayîşa navçeyê û parastina xelkê Herêma Kurdistanê, pir giring e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.

Irvin Hicks Jr got jî: “Herêma Kurdistanê ji Amerîka re, giringiyeke wê ya taybet heye.”

Ev yek di demekê de ye, Tevî ku parlamentoya Kurdistanê biryar daye ku komîsyona hilbijartinan careke din aktîv bibe, wek amadekariyekê ji bo lidarxistina hilbijartinên Kurdistanê di Mijdara îsal de, lê hin aliyên Kurdistanê naxwazin ew prose birêve biçe.

Di civîna 9.10.2022an de, Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan projeyasaya dirêjkirina temenê xula pêncem Parlamentoya Kurdistanê bo saleke din dirêj kir, anku Li gor wê projeyasayê, xula pêncem a parlamentoya Kurdistanê, dê heta dawiya demsala yasayî heta Payîza 2023an berdewam dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:58:15