Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Em ji bo cîbicîkirina çaksaziya aboriyê piştevaniya Hikûmeta Herêmê dikin

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê ragihand, Amerîka piştevaniya demokrasiya Iraqê dike û ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku rûbirûyî gendeliyan bibin û serweriya yasayan biparêzin.
22.02.2023, Çar - 05:38
Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Em ji bo cîbicîkirina çaksaziya aboriyê piştevaniya Hikûmeta Herêmê dikin
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 21ê Sibata 2023an, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks tekezî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina çaksaziya aboriyê û berfirehkirina aboriyê kir.

Irvin Hicks diyar kir: “Iraq wek karê pêşîn ê siyaseta derve ya Amerîkayê dimîne, hevbeşî û hevahengiya me ligel xelkê Iraqê dibe kevirê bingeha siyaseta me ya li navçeyê, em piştevaniya demokrasiya Iraqê dikin û em ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku rûbirûyî gendeliyan bibin û serweriya yasayan biparêzin.”

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê destnîşan kir, ew piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya ji bo cîbicîkirina ajendaya çaksaziya aborî û berfirehkirina aborî û bihêzkirina sektora taybet, didomînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:17:03