Konsulê giştî yê Rûsya serdana Duhokê kir

Konsulê giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê serdana Duhokê kir û ji aliyê parêzgarê Duhokê ve hat pêşwazîkirin.
08.06.2022, Çar - 14:42
Konsulê giştî yê Rûsya serdana Duhokê kir
Nuçe Belav bike

Sekreterê rojnamevanî yê parêzgarê Duhokê, Millet Îsmet ragehandiye, konsulê giştî yê Rûsya li Kurdistanê Oleg Levin îro serdana Duhokê kir û ji aliyê parêzgarê Duhokê Elî Teter ve hat pêşwazîkirin.

Îsmet daye zanîn, di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên gelên Kurdistan û Rûsya her wiha bihêzkirina pêwendiyên aborî, bazirganî û kulturî hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:09