Konsulê Holandayê yê Hewlêrê: Em dê çandiniya Herêma Kurdistanê pêş bixin

Konsulê Holandayê yê Hewlêr a Herêma Kurdistanê dibêje, ew bi Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê re ji bo pêşxistina sektora çandiniyê dixebitin û anî ziman, “Em dê alîkariya kompanyayên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê bixebitin, bikin
27.11.2022, Paz - 16:47
Konsulê Holandayê yê Hewlêrê: Em dê çandiniya Herêma Kurdistanê pêş bixin
Nuçe Belav bike

Konsulê Holandayê yê Hewlêrê Jaco Beerends roja Yekşemê 27ê Mijdara 2022an di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re, rewşa çandiniyê ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kir diyar kir ku Herêma Kurdistanê herêmeke guncav e ji bo çandiniyê lê divê zêdetir giringî bi teknolojiya nû bê dayîn û hewl bê dayîn ku bikaranîna avê were kêmkirin.

Konsulê Holandayê yê Hewlêrê ragihand ku li Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna kîloyek bacanê sor 16 lître av pêwîst e û got, “Lê heke hûn dixwazin heman kîlo bacanê sor di jîngeheke guncav de mezin bikin, tenê çar lître av hewce dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:35