Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê peyamekê bi Kurdî belav dike

Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê bi boneya destbikarbûna xwe, peyameke vîdyoyî bi herdu zimanên Kurdî û Îngilîzî belav kir û ragihand, “Hilbijartin ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û demokrasiya wê, pêngaveke diyarker e.”
19.08.2024, Pts - 11:04
Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê peyamekê bi Kurdî belav dike
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner got: “Ez gelek kêfxweş im ku li Herêma Kurdistanê bijîm û kar bikim. Di heyama karê de, min li çend cihan li Rojhilata Navîn karê dîplomatî bo xizmeta siyaseta derve kiriye, lê ev yekem erkê min li Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha Bittner pabendbûna xwe bi pêşxistina peywendiyên di navbera Washington û Hewlêrê û her du gelên Amerîka û Herêma Kurdistanê de nîşan da û tekez li ser wê yekê kir, Amerîka pabend e bi piştevaniya saziyên demokratîk li Iraq û Herêma Kurdistanê. Herwiha kêfxweşiya xwe ya ji bo naskirina gelê Herêma Kurdistanê, serdana şûnwarên dîrokî û naskirina cografyaya herêmê nîşan da.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner got jî: “Em hêvîdar in di 20ê Cotmehê de hilbijartinên dadperwer, azad û pak bên kirin, ku ev yek ji bo aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê, gaveke diyarker e.”

Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:05:58