Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Em nikarin garantî bidin ku êrîşên Îranê bi dawî bûne

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê ragihand, ew nikarin garantî bidin ku êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi dawî bûne.
29.09.2022, Per - 12:07
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Em nikarin garantî bidin ku êrîşên Îranê bi dawî bûne
Nuçe Belav bike

Konsulxaneya Amerîka îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de aşkere kir, raportên medyayî gihîştine destê wan û tekezî li ser wê yekê dikin ku êrişên mûşekî û dronan ên Îranê li ser partiyên Kurdî yên li dijî Tehranê li Herêma Kurdistanê berdewam in. Tekez kir jî, hikûmeta Amerîka di wê baweriyê de ye ku ew êrişên Îranê bi dawî nebûne.

Konsulxaneya Amerîka di daxuyaniyê de bang li welatiyên Amerîka hat kirin ku ji ber “teror, revandin, şerê çekdarî û aloziyên sivîl” neçin Iraqê, ji ber ku karîna Iraqê ya ji bo piştgirîkirina welatiyên Amerîkayê kêm e.

Konsolosxaneyê pakêteke tedbîran destnîşan kir û bang li welatiyên xwe kir ku pabendî wan bibin wek, dûrketina ji navçeyên sînorî û deverên armanckirî li Pirdê ya li nêzîkî Kerkûkê, Koye û Zirgiwêz li rojhilatê Silêmaniyê.

Her wiha hişyarî da wan ku nêzî kombûn û xwepêşandanên mezin nebin, di heman demê de ji wan xwest veşartî bimînin û têlefonên xwe yên destan biparêzin, her wiha medyaya herêmî bişopînin, da ku ji nûtirîn zanayariyan agahdar bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:32