Kurdistan bi fermî dilgiraniya xwe gihande berpirsên Îran

Di heyama civînekê de li gel cîgirê kunsulê giştî yê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê Siyamek Burhanî, berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, bi fermî dilgiranî û nerazîbûna Herêma Kurdistanê gihande Îranê, beramberî daxuyaniyên emîndarê encûmena destnîşankirina berjewendiyên Îranê Muhsin Rezayî, ku têde gotibû: "Xwepêşandanên li Îranê derdikevin, li Hewlêrê pilana wan xwepêşandanan hatiye danîn û li Hewlêrê jî tên birêvebirin".
08.01.2018, Pts - 07:26
Kurdistan bi fermî dilgiraniya xwe gihande berpirsên Îran
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de Felah Mistefa got: "Daxuyaniyên Rezayî berûvajî bingehên yasayên navdewletî ne, ji ber ku di nav wan daxuyaniyan de, çendîn tometên dûrî rastiye hene û ev ne yekem car e ku tometên weha ji aliyê berpirsên mezin yên Îranê ve tên belavkirin, ger her dêkomêntek li cem wî berpirsî hebe li ser wan daxuyaniyên ku belav dike, bila wê dêkomênta xwe eşkere bike".

Felah Mistefa diyar kir ku ew wan daxuyaniyan weke helwesteke ne guncayî dibînin û ew li dijî pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Islamî ya Îrane de ne.

Ji aliyê xwe ve, cîgirê kunsulê giştî yê Komara Islamî ya Îranê ragihand: "Em dilgiraniya Herêma Kurdistanê bi giringî werdigirin û ezê vê helwesta Herêma Kurdistanê bigînim berpirsên pile bilind yên Îranê".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:29