Kurdistan bo Tehran û Bexdayê: Hûn bûyî me nikarin

Wezareta Petrola Iraqê aşkere kiribû ku li ser hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê pêşrêkevtinek pêk anîne.
23.02.2017, Per - 14:56
Kurdistan bo Tehran û Bexdayê: Hûn bûyî me nikarin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Dosyeya Îranê yê Buroya Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Ebdullah Akrêyî li ser rêkevtina petrola Kerkûkê ku di navbera Bexda û Tehranê de hatibû kirin, ragihand: “Heta ku bi Herêma Kurdistanê re neşêwirin, dê rêkevtin bi ser nekeve.”

Wezareta Petrola Iraqê aşkere kiribû ku li ser hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê pêşrêkevtinek pêk anîne.

Rêvebirê Giştî yê Pêwedniyên Îran û Herêma Kurdistanê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Ebdullah Akrêyî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re destnîşan kir, ku 8 sal in li ser firotina petrola Kerkûkê bo Îranê tê axavtin, lê tenê her axabtin e û hêj ev nehatiye cîbicîkirin.

Herwiha Akrêyî got: “Ez bawer nakim ku were pêkanîn. Çimku ji Herêma Kurdistanê nehatiye pirsîn. Eger Komara Îslamî ya Îranê bixwaze petrola Kerkûkê bikire, divê bi Herêma Kurdistanê re bişêwire, eger na, dê bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne. Îran bi xwe jî vê yekê gelek baş dizane.”

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî li ser hinardekirina petrola Kerkûkê got: “Eger bi me re hevkariyê bikin, dê ji bo wan baş be. Bi saya ceribandinên me yên di salên 2007, 2010 û 2016an de, em di vê baweriyê de ne ku divê bizanibin bi biryarên yekalî nikarin tiştekî bi dest bixin û dê têk biçin.”

Petrola Kerkûkê niha bi rêya boriyên petrola Kurdistan-Ceyhanê hinardeyî bazarên cîhanê tê kirin. Niha du blokên petrolê yên Kerkûkê ku ji dehan bîrên petrolê pêk tê, di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne û 3 blokên din ên petrolê jî di bin kontrola Şirketa Petrola Bakur a ser bi Wezareta Petrola Iraqê de ne.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:25:25