Kurdistan êrişa çekdarî ya Ehwazê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa çekdarî ya li dijî merasima serbazî ya pasdarên Îranê şermezar kir.
24.09.2018, Pts - 08:51
Kurdistan êrişa çekdarî ya Ehwazê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Kurdistanê li ser êrişa çekdarî ya pêr, ku li dijî merasima serbazî ya pasdaran li bajarê Ehwazê yê Îranê hat kirin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê wê êrişê şermezar dike ku di encamê de komek serbazî, sivîl û medyakar hatin kuştin û komek kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Kurdistanê her wiha serexoşî li malbatên qurbaniyan û komara îslamî ya Îranê jî kiriye û hêviya zû başbûna birîndaran xwastiye û ragihandiye, em hêvîdar in yên ku ew êriş kirine, bên dîtin û cezakirin.

Di êrişa roja 22 vê mehê ya li dijî merasima serbazî ya pasdaran de li bajarê Ehwazê, herî kêm 20 kes hatibûn kuştin û derdora 60 kesên din jî birîndar bibûn.

Destpêkê hat gotin ku êriş ji aliyê rêxistina Ehwaziye ve hatiye kirin lê paşê DAIŞê ragihand, êriş ji aliyê wan ve hatiye kirin. Îran jî Erebistanê bi organîzekirina wê êrişê tohmetbar dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1096 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:27