Kurdistan û Siûdiyê hewla pêş xistana pêwendiyên abûrî di navbera xwe de dikin

Şandeke payabilin Erebistana Siûdiyê bi serdanekê niha li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ne, îro di çaroveya civîna wan li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşbirina pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Siûdiyê de gotûbêj kirin.
24.07.2018, Sal - 07:01
Kurdistan û Siûdiyê hewla pêş xistana pêwendiyên abûrî di navbera xwe de dikin
Nuçe Belav bike

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, roja dûşem 2018-07-23 pêşwaziya Samî bin Ebdulezîz el-Ubêdî Serokê Jûra Bazirganiya Erebistana Siudîyê, Ebdulezîz el-Şemerî Balyozê vî welatî li Bexdayê, Mansûr Feysel el-Utêbî Konsulê giştiyê vî welatî li Hewlêrê û hijmarek berpirs û endamên Jûra Bazairganiya Erebistanê kir.

Şanda mêvan bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina Serokwezîr, berhevbûna welatê xwe ji bo sermaye razandin li Herêma Kurdistana aram û tena nîşanda.

Herdu aliyan behsa kar û derfetên weberanînê, pêş xistana têkiliyên abûrî û bazirganiya navbera Erebistan û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî li warên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê.

Herwiha behsa pêwîstiya destpêkirina geştên navbera Herêma Kurdistanê û Erebistanê û vekirina bankên Erebistanê li Kurdistanê kirin. Pêdagirî jî li ser sazkirina konferans bi beşdariya sermayedar û xwdî kar û aliyên hikûmetî yên her du aliyan kirin.

Serokwezîr bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê, piştîvanî û hêsankarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sermaye razandina Erabistana Siudîyê li Herêma Kurdistanê û herwiha berfireh kirina têkiliyên abûrî û bazirganî navbera her du aliyan nîşanda.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1072 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:46:05