Kurdên şebek vedigerin warên xwe

Hat ragihandin ku derdora 280 malbatên kurdên şebek piştî rizgarkirina gundên wan dê vegerin malen xwe.
25.12.2016, Paz - 15:32
Kurdên şebek vedigerin warên xwe
Nuçe Belav bike

Di şerê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de herî kêm 30 gundên şebekan ji aliye Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatibûn azadkirin. Nûnerê kurdên şebek di encumena parêzgeha Mûsilê de ragihand ku zêdetirî 280 malbatên şebek ku ji ber şerê rêxistina terorîst a DAIŞê koçber bibûn dê vegerin malên xwe.

Nûnerê kurdên şebek di encumena parêzgeha Mûsilê de Xizwan Dawudî ragihand ku hinek gund û deverên kurdên şebek bi taybet ew deverên ku di bin kontrola Pêşmerge de ne şert û merc bo vegera koçberên şebek hatine amadekirin.

Dawûdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber wê jî dê sibê Hezar 719 kurdên şebek ku dike 289 malbat, ji kampa Xazir derbikevin û vegerin gundê Gogcelî. Çend rojên din jî dê xelkê gundê Bazwaya û hinek gundên din vegerin gundê xwe."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2001 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:15