Li Başûrê Kurdistanê Pîrozbahiyên Roja Ala Kurdistanê

Li tevahî bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê rêwresm û çalakiyên pîrozbahiya Roja Ala Kurdistanê hatine sazkirin.
17.12.2016, Cts - 21:16
Li Başûrê Kurdistanê Pîrozbahiyên Roja Ala Kurdistanê
Li Maxmurê, wêneyek pîrozbahîyê roja ala Kurdistan
Nuçe Belav bike

Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Parlamentoyê û beşek parlamenteran û herwiha Parêzgarê Hewlêrê, rêwresma Ala Kurdistanê birêve çû.

Li Eniya Mexmûrê jî bi amadebûna fermandarên pêşmergeyan û herwiha berpirs û serbazên hevpeymaniya navdewletî, ji bo Roja Ala Kurdistanê rêwresmek hate sazkirin.

Payemnêrê Rûdawê ragihand, “Bi amadebûna Berpirsê Eniya Mexmûrê Sîrwan Barzanî û berpirsên hêzên hevpeymanan Roja Alaya Kurdistanê tê pîroz kirin. Xelkê Mexmûrê, xwendekar û mamosta jî beşdarî pîrozbahiyan dibin. Pêşmerge keka xweşiya 70 salî ya bilindkirina Ala Kurdistanê li Komara Mahabadê dê bibrin. ”

Peyamnêrê Rûdawê ji Soranê Bextiyar Qadir ragihand, di dibistanan de Roja Ala Kurdistanê, bi amadebûna rêveberên perwerdeyê û malbatên xwendekaran pîroz kirin.

Peyamnêrê me diyar kir, ku xwendekar bi cilûbergên leşkerî û kurdî pêşwazî li vê rojê dikin.

Li Duhokê jî di Dibistana Sîver a Bineretî ya Keçan de rêwresma pîrozbahiya Ala Kurdistanê hate sazkirin. Bi tevê xwendekaran, encumena parêzgehê û nûnerên partiyan jî amade bûn.

Di pîrozbahiyên li Başûrê Kurdistanê de leşker û kesayetên amerîkî û biyanî amade bûn. Yek ji wan jî Cîgirê Serokê Dostaniya Kurd û Amerîkayê Harry Schute bû.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 13756 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:31