Li başûrê Daqûqê dronek kete xwarê

Îro danê sibê dronek bo demekê li sînorê Daqûq û Xurmatûyê firiya û piştre kete xwarê.
22.04.2023, Cts - 10:08
Li başûrê Daqûqê dronek kete xwarê
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand, îro danê sibê dronek li sînorê Daqûq û Xurmatûyê firiya û piştre kete xwarê, herwiha eşkere kir, hîn ne diyar e ku ew dron ser bi kîjan alî ve ye, lê belê ji ber logo û navnîşana li ser dronê xuya ye, dibe ku droneke Amerîkî be.

Heman jêder destnîşan kir, ew cihê ku dron li ser difiriya, cihekî qedexekirî ye.

Li gor zanyariyan, niha hêzên artêşê û îstixbarat û asayîşa niştimanî li cihê bûyerê ne.

Medyaya Iraqê behsa wê yekê dike, drona ku ketiye xwarê, ji cûreya MQ1 Gray a Amerîkî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:52