Li Başûrê Kurdistanê leşkerek hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.
10.10.2023, Sal - 07:15
Li Başûrê Kurdistanê leşkerek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Mehmet Emre Teke hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku Mehmet Emre Teke çawişê pispor bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 528 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:22