Li Bexdayê ji bo hilweşandina PDKê doz hat vekirin

iDadgeha Bilind a Federal a Iraqê li jî Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK)' ra doz vekir
06.06.2022, Pts - 06:54
Li Bexdayê ji bo hilweşandina PDKê doz hat vekirin
Nuçe Belav bike

Parlamantereka Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li dijî Partiya Demorkata Kurd istanê (PDK) doz vekir û di dozê de daxwaza hilweşandina PDKê dike.

Doza li dijî PDKê ya li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji aliyê Aliye Niseyf Casim parlamentera Fraksyona Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî ve hatiye vekirin.

Li gor agahiyan, doz bi tohmeta ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rê li cîbicîkirina biryara Dadgeha Bilind a Federal a derbarê dosyeya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de girtine, li dijî PDKê hatiye tomarkirin.

Di gilînameyê de wê parlamentera Iraqî îdia kiriye, “ji ber cîbicînekirina biryara Dadgeha Federal divê li gor destûr û qanûna partiyên siyasî ya Iraqê, PDK were hilweşandin.’’

Mihemed Mecîd Saidî parêzerê wê parlamentera Dewleta Qanûnê ragihand, “Aliye Niseyf Casim di daxwaza xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku madeya 94 a Destûra Iraqê hemû aliyan pabend dike ku pabendî biryarên Dadgeha Bilind a Federal bin, lê belê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku her du jî ji PDKê ne, red kirine biryara Dadgeha Bilind a Federal a taybet bi girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê û betalkirina qanûna petrol û gazê cîbicî bikin, ew jî berovajî destûrê ye.”

Parêzerê wê parlamentera Iraqî herwiha dibêje, “Di giliya Aliye Niseyif de Partiya Demokrata Kurdistanê wek sedemê cîbicînekirina biryara Dadgeha Bilind hatiye tohmetbarkirin û daxwaza dûrxistin û hilweşandina wê partiyê dike. Herwiha daxwaz dike berbijêrên wê yên bo posta serokkomariyê û postên din ên desthilatên qanûndanîn û cîbicîkirinê jî bên redkirin.”

Li gor gilînameyê ku parêzerê dosyeyê ji bo Rûdawê şandiye, Aliye Niseyif Casim parlamentera fraksyona Dewleta Qanûnê PDKê weke “yaxî” bi nav kiriye û amaje bi yasaya partiyan a sala 2015 kiriye û têde behsa wê yekê kiriye ku madeya 5 a vê yasayê dibêje, nabe ji damezrînerên partiyê û rêxistinên siyasî yan serkirdeyên wê yan endamên wê bi aşkere û zelal ew nêrîn bên belavkirin ku li dijî hikmên destûrê bin.

Hevdem li gor parêzerê Dosyeyê, madeya 24 a yasaya partiyan ku di golînameyê de amaje bi wê hatiye kirin, behsa wê yekê dike ku divê partî û rêxistinên siyasî rêz li serweriya qanûnê bigrin û panendî destûrê jî dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:45