Li devera Amêdiyê kargeha vavartina gilêşê hat çêkirin

Li gundekî parêzgeha Duhokê kargeha vavartina bermahî û gilêşê hat çêkirin.
30.05.2022, Pts - 06:47
Li devera Amêdiyê kargeha vavartina gilêşê hat çêkirin
Nuçe Belav bike

Sekreterê rojnamevanî yê parêzgarê Duhokê, Milet Îsmet ji BasNewsê re got, duhî êvarê bi çavdêriya parêzgarê Duhokê û bi amadebûna berpirsê desteya weberhênana Duhokê û çendîn berpirsên hizbî û hikûmetê, kargeha vavartina bermahî û gilêşê li gundê Qedişê yê nahiya Sersingê ya Amêdiyê hat vekirin.

Milet Îsmet her wiha got, kargeha han bi kujmê 2 milyar û 400 milyar dînaran hatiye çêkirin. Kargeh dikare rojane 250 ton gilêş ji hev cuda bike, 80 kes tê de kar dikin û yên kêr tên rîsaykilînkirin û yên din jî bi rengekî zanistî tên îmahkirin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:06