Li Dihokê 2 kes hatin kuştin

Li Dihokê li nêzîkî Parka Dilşad Mihemed Seîdê du kes hatin kuştin.
14.12.2023, Per - 12:12
Li Dihokê 2 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Polîsê Dihokê agahiya kuştina du kesan ragihand.

Nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî ji cihê bûyerê da zanîn ku cenazeyên her du kesan rakirina Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dihokê.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew her du kes xelkê Dihokê ne û xizmên hev in.

Nasir Elî destnîşan kir, kesên hatine kuştin Hikmet Hadî û Mehdî Têcir in.

Wan hevdû kuştiye

Berdevkê Polîsê Dihokê Hêmin Silêman da zanîn, “Li gorî lêkolînên destpêkê, wan du kesan bi demançeyê gule li hevdû reşandine.”

Li gorî agahiyên Hêmin Silêman, termê yekî ji wan di nava otomobîlê de bûye û termê yê din jî li ser cadeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:44