Bi razemendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çavdêriya Parêzgarê Dihokê Elî Teter, îro 6ê Gulanê kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li navenda bajarê Dihokê bi zêdetir ji neh milyar dînar hate danîn.
Dr. Elî Teter di kongreyeke rojnamevanî de got: “Îro danê sibê biryara cîbicîkirina çend pirojeyên xizmetguzariyê li navçeyên Akrê, Berderaş û Sêmêlê hat dayîn. Emê bê cudahî li ser xizmetkirina hemû navçeyên parêzgeha Dihokê berdewam bin.”
Bi gotina Parêzgarê Dihokê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêkên ku li parêzgehan wan hebûn, çareser kirine.
Kabîneya Nehem di heyama xwe de zêdetirî 1.40 trîlyon dînar xerc kiriye; Li parêzgeha Dihokê zêdetir ji 950 projeyên curbicur di warên rê, elektrîk, av, çandinî, tenduristî û perwerdeyê de cîbicî kirine. Herwiha moleta veberhênanê dane 65 projeyên curbicur ku bi bihayê 1.88 trîlyon dînar hatine cibicîkirin.