Rêveberê giştî yê geştûguzar a parêzgeha Duhokê Dr. Xeyrî Elî Uso ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja 27.09.2022yê di bin dirûşma ‘’Geştûguzar rêxistinên geştûguzarê kom dike’’ li navenda Duhokê û li qada Teleferîk a Çiyayê Zawa duyem festîvala geştûguzar birêve diçe û biryare 3 rojan berdewam bike.’’
Rêveberiya giştî ya geştûguzara parêzgeha Duhokê amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Di vê festîvalê de ji bo karên destî û hunerî û şîrketên geştûguzarê 100 çadir dê bên danîn û 11 welat dê beşdariyê têde bikin.’’
Herwaha got: ‘’Di festîvalê de gelek peyman dê bên îmza kirin û dê bên ragehandin û karên hunerî dê bên nîşandan û cilûbergên kurdî jî bên pêşandan.’’
Dr. Xeyrî Elî Uso diyar kir: Armanc ew e parêzgeha Duhokê wek parêzgeha herî dewlemend a Herêma Kurdistanê û Iraqê ye di warê geştûguzarê de û bê nasandin û hêviya me dewlemend kirina sektora geştûguzarê ye.’’