Li Duhokê dronek ket

Li gundekî parêzgeha Duhokê dronek ket û agir bi pûş û pelaşan ket. Xelkê gund jî tirsiyan.
25.07.2022, Pts - 10:23
Li Duhokê dronek ket
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê li gundê Benda yê Duhokê dronek ket.

Bi gotina xelkê gund, dema dron ket dengekî bilind hat bihîstin ji ber wê jî ew tirsiyan, ji ber ku beşek ji xelkê gund hîn di xew de bûn.

Li gorî agahiyan, dema dron ketiye erdê teqiyaye û agir bi pûş û pelaşan ketiye lê ziyana canî nebûye.

Heta niha nayê ew dron ya kê bûye û çawa ketiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 579 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:28