Li Duhokê ji hejmarek Kurdên Êzdî re xanî tên çêkirin

Rêveberê Koç û Koçberan û Rûbirûbûna Krîzan a li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê dibêje “Rêxistineke Almanî li Kampa Şarya xaniyan ji wan Kurdên Êzdî re çêdike ku DAIŞê li Şingalê revandibûn û hatine azadkirin.”
22.08.2022, Pts - 12:57
Li Duhokê ji hejmarek Kurdên Êzdî re xanî tên çêkirin
Nuçe Belav bike

Îro Duşembê 22ê Tebaxa 2022ê, Rêveberê Koç û Koçberan û Rûbirûbûna Krîzan a li Parêzgeha Duhokê Pîr Deyan Cafer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Li Kampa Şarya bi hevkariya rêxistineke Almanî, dest bi projeyekê tê kirin ku li şûna çadiran xanî bo wan Kurdên Êzdî tên çêkirin ku ji aliyê DAIŞê ve di Komkujiya Şingalê de hatibûn revandin û piştre hatine azadkirin.”

Pîr Deyan Cafer anî ziman “Proje wek destpêkê li Kampa Şarya bi çêkirina 20 xaniyan destpê dike ku hemû bo Kurdên Êzdî dibin û piştre li kampên din jî tên çêkirin, lê em nizanin şiyana wê rêxistinî çiqas e û dikare çendan çêbike. Me daxwaz ji rêxistinên din jî kiriye ku di wê projeyê de hevkariya me bikin, lê heta niha ti rêxistineke din hevkariya xwe ya di vê derbarê de ranegihandiye.” Li parêzgeha Dihokê 15 kamp hene. Li gor Pîr Deyan Cafer, zêdeyî 126 hezar Kurdên Êzdî di wan kampan de ne.

Sala 2014an DAIŞê êrîşî Şingal û derdora wê kir. Li gor amarên herî nû ku Fermangeha Rizgarkirina Kurdên Êzdî dane Tora Medyayî ya Rûdawê, berî êrîşa DAIŞê nêzîka 500 hezar Kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê hebûn.

Li gor amaran, di êrîşa DAIŞê de nêzîka 5 hezar Kurdên Êzdî canê xwe ji dest dane, 2 hezar û 745 zarok bê dayîk û bav mane û heta niha jî 83 gorên bikom li sînorê Şingalê hatine dîtin, ev ji xeynî bi dehan gorên din ên yek kesî.

Di êrîşa DAIŞê de 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî hatin revandin, ji wê hejmarê 3 hezar û 548 kes ji regeza mê bûn û 2 hezar û 869 kes ji regeza nêr bûn; heta niha 3 hezar û 554 kes ji wan hatine azadkirin, ku di nav wan de hezar û 207 jin, 339 mêr, hezar û 51 zarokên keç û 957 zarokên kur hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:52