Li Festîvala Zivistanê ya Silêmaniyê astengdarek hunera xwe nimayîş dike

Li Silêmaniyê Festîvala Zivistanê ya Berhemên Xwemalî hat vekirin û astengdarek ku çendîn hunerên xwe yên nuwaze nimayîş dike, bala xelkê dikşîne ser xwe.
23.12.2022, Cum - 10:35
Li Festîvala Zivistanê ya Silêmaniyê astengdarek hunera xwe nimayîş dike
Nuçe Belav bike

Rewşa wî taybet, lê xewna wî mezin e, Danyar Tahir ji bilî ku mamostayê zarokên astengdar e, hunera wî ya karên destan heye û dixwaze bibe kesayetekî serkeftî.

Beşdarê pêşangehê Danyar Tahir derbarê karên xwe de diyar kir: “Ew kesên ku nikarin tiştekî dirust bikin, ji min bo wan be, derkevin derve û fêrî van tiştan bin, ev tiştên ciwan ên li vê derê, dikarin fêrî wan bin, ez hêvî dikim hemû fêrî karê destan bibin û derkevin derve.”

Li festîvalê tam û çêjên xwarinên cuda cuda hene, bi taybetî jî xwarinên Kurdî, kesên ku serdana festîvalê dikin, wan xwarinan diceribînin.

Welatiyeke bi navê Soz Teha dibêje: “Bêguman her gel û neteweyek xwarinên xwe yên taybet hene û herwiha girîngî û çêjeke xwe heye.”

Festîval heta roja 1ê sala nû dê berdewam be û rojane ji demjimêr 14:00 heta 21:00 pêşwazî li welatiyan dike.

Tevî derxistina berhemên xwemalî û firotina wan di vê festîvalê de, armanceke din a festîvalê jî ew e ku welatî aşnayî xwarin û kultûra Kurdewarî bibin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:26