Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê duh roja Înê 7ê Nîsana 2023an de di daxuyaniyekê de ragihand ku li Firokexaneya Silêmaniyê teqînek rû daye û hêzên wan li ser bûyerê lêkolînê dikin.
Asayîşa Silêmaniyê hişyariyê dide welatî û geştiyaran ku ti pirsgirêk li firokexaneyê nînin û geşt û karûbarên firokexaneyê bi awayekî asayî birêve diçin.
Daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê:
“Di demjimêr 16:18an de teqînek li nêzîkî têlbenda Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû da ku ti ziyanên canî çênebûn lê şewat derket, tîmên berevaniya sivîl a firokexaneyê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.
Hêzên me niha li ser bûyerê lêkolînê dikin û dê di demên pêş de zanyariyên zêdetir bidin.
Em welatiyan û geştiyaran agahdar dikin ku ti pirsgirêk li firokexaneyê nînin û geştên asmanî û karûbarên firokexaneyê wek her carê bi awayekî asayî birêve diçin.
Rêveberiya Asayîşê
Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê