Li Germiyanê çi qewimî, rewşa dawî çawa ye?

Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Kawe Xerîb ragihand ku Heşdî Şebî bi temamî ji germiyanê vekişiyaye û niha rewş aram e.
26.08.2024, Pts - 09:52
Li Germiyanê çi qewimî, rewşa dawî çawa ye?
Nuçe Belav bike

Milîsên Heşdî Şebiyê doh bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Heşdî Şebî ketibû Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Kulecoyê û piştî demeke vekişiyabû.

“Rewş bi temamî normal e”

Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Kawe Xerîb li ser rewşa dawî ya Germiyanê ragihand:

“Rewşa li Kulecoyê bi tevahî normal bûye, çekdarên Heşdî Şebiyê li herêmê nemane.”

Kawe Xerîb diyar kir ku Heşdî Şebiyê piştî vekişînê tiştekî din ê nelirê nekiriye û got:

“Niha hêzên lîwayên 5 û 17an ên Wezareta Pêşmergeyan û Polîsên Gaz û Petrolê li gundê Seyd Midrîk û herêmên li derdorê bi cih bûne.”

Îdiayên Heşdî Şebiyê

Fermandarê Operasyonan ê Heşdî Şebiyê yê Diyaleyê Talîb Musewî jî doh li ser bûyerê ji Rûdawê re gotibû:

“Çûne me ji bo operasyoneke leşkerî bû û em bi kordînasyona bi Pêşmergeyan re çûn.

Me bi rêya dronan tesbît kir ku li wê herêmê DAIŞî hene û me bi hevahengiya bi Pêşmergeyan re ev operasyon kir.”

Divê were gotin ku Pêşmergeyan îdiayên “hevahengiyê” red kiribûn.

“Armanca wan dagirkirina bîrên petrolê ye”

Li hêla din, Alîkarê Fermandarê Lîwaya 9an a Pêşmergeyan Nasir Mihemed ragihandibû ku Heşdî Şebî ketiye herêma wan jî û paşê vekişiyaye û got:

“Ti hevahengiya wan nebû bi me re. Armanca wan tenê dagirkirina bîrên petrolê ye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:44