Li Germiyanê qeza: 4 xwendekar mirin

Li gundê Hesîreyê yê li ser rêya Kelar û Kifriyê minîbûsa xwendekaran qulibî.
14.05.2024, Sal - 16:36
Li Germiyanê qeza: 4 xwendekar mirin
Nuçe Belav bike

4 xwendekaran canê xwe ji dest da û 7 xwendekar jî birîndar in.

Berdevkê Trafîka Germiyanê Saman Elî ji ajansa Rûdawê re axivî û da zanîn ku minîbûseke xwendekaran li ser rêya Kelar- Kifriyê li nêzîkî gundê Hesîreyê qulibiyê.

Saman Elî di berdewamiyê jî de amaje bi wê yekê kir ku heta niha 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest daye û 7 xwendekar jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan minîbûs a xwendekarên dibistana navîn a bi navê Bakur e û xwendekar ji bo azmûnên zanistî ji Kelarê çûbûn Kifriyê û di rêya vegerê de minîbûsa wan wergeriyaye.

“Xwendekar hemû keç in”

Saman Elî li ser çêbûna qezayê jî wiha got:

“Xwendekar hemû keç in, ajokarji me re gotiye otomobîlek li nêzîkî gundê Hesîreyê yê di navbera Kelar û Kifriyê de bi ser wan de hatiye û ji ber wê kontrola minîbûsê ji destê wî derketiye û qulibiye.

Yek ji birîndaran mamosta ye û yê din jî şofêr e rewşa birîndaran baş e.” /Rudaw

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 636 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:28:28