Li Giwêrê agir bi parzûngeheke petrolê ket

Di rêya navbera Hewlêr – Giwêrê de agir bi parzûngeheke petrolê ket û niha tîmên Berevaniya Şaristaniyê bi temirandina şewatê ve mijûl in.
27.12.2022, Sal - 14:49
Li Giwêrê agir bi parzûngeheke petrolê ket
Nuçe Belav bike

Di rêya navbera Hewlêr – Giwêrê de agir bi parzûngeheke petrolê ket û niha tîmên Berevaniya Şaristanî bi temirandina şewatê ve mijûl in.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî yê Hewlêrê ragihand, tîmên Berevaniya Şaristanî gihîştine cihê bûyerê û heft wesayîtên agirkuj, bi kontrolkirina şewatê ve mijûl in.

Heta niha sedema şewatê û qebareya zirar û ziyanan nayê zanîn û tîmên Berevaniya Şaristanî hewla temirandina agirê didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:02