Li gundekî Amêdiyê êrîş hat kirin; kuştî û birîndar hene

Êvara îro Pêncşemê li Amediyê di encama êrişekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
27.05.2022, Cum - 06:08
Li gundekî Amêdiyê êrîş hat kirin; kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Dijî-Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrişeke mûşekî ya PKKê de li devera sînorî ya gundê Eredna ya nahyeya Bamernê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Mixtarê gundê Zewa yê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê Birqî Omer berî daxuyaniya Dijî-Terora Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, êriş bombebaran bû û ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatiye kirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine nasnameya du kesên ku canê xwe ji dest dane Yûsif Kovan ê 14 salî û Avend Hişyar in.

Xortekî ku şêniyê herêmê ye di vîdeoyekê de got, "Me voleybol dilîst, dengek hat, ev xwîna li ser destê min ya 2 zarokên ku hatin kuştin e, em di seferê de bûn, her kesî eşyayên xwe hiştin, otomobîlên me jî li wir in, kesî alîkariya me nekir."

Welatiyekî din ê bi navê Mîran jî di vîdeoyê de axivî û got, "Ev xelkê Şêladizê ne, ji bo seferê hatine, ev der nêzî Bomanê ye, ji vî sînorî heta niha jî xelk diçin seferê, wek ku heta niha tê zanîn 2 şehîd û birîndarek hene."

Birqî Omer got, "Em salê carekê vê seferê dikin. Duhok, Tenahî, Şêladizê û Dêrelûk li vir kom dibin. Me destûr ji gel û xwediyê erd wergirtiye. Gundên me yên li devera Nêrwe û Rêkanê di bin kontrola hikûmeta Tirkiyê û PKKê de ne. Şer û bombebaran li herêmê berdewam dikin."

Birqî Omer her wiha anî ziman, "Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, hat gotin ku PKKê 3 top avêtin baregeha Tirkiyê. Tirkiyê jî top avêtine gel û malbatên me û di encamê de 2 kes hatine kuştin ku 10 salî ne û kesek jî birîndar bû. Otomobîl jî li wir mane, niha birîndar çend kes in em nizanin. Gelek kes li vir bûn, em kîlometreyekê jî ji baregehên Tirkiyê ne dûr bûn.”

Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine nasnameya du kesên ku canê xwe ji dest dane Yûsif ê 14 salî û Avend Hişyar in ku li gorî mixtarê gundê Zêwe, temenê Avend Hişyar jî di navbera 10 û 12 salî de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:20