Li hemberî kêlgeha gazê ya Kormorê êrişa roketî

Rêveberê Nahiya Qadir Kerem Sidîq Mihemed ragihand, bi mûşekên katyoşa êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin.
26.07.2022, Sal - 05:40
Li hemberî kêlgeha gazê ya Kormorê êrişa roketî
Nuçe Belav bike

Sidîq Mihemed ragihand, vê êvarê 25ê Tîrmeha 2022yan bi mûşekên katyoşa êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin.

Mihemed eşkere kir, ji ber êrîşê agir bi pûş û qirşên deverê ket û tîmên wan bi kontrolkirina şewatê ve mijûl in.

Mehek beriya niha, roja 25ê Hezîrana 2022yan jî bi mûşekan êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hatibû kirin, piştre Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Kemal Mihemed, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêmê serdana kêlgehê kirin û biryar hat dayîn, li derdora kêlgehê hêzên zêdetir werin bicihkirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:25