Li Herêma Kurdistanê ji ber cejna Remezanê 5 rojan bêhnvedan e
Hikûmeta Kurdistanê bi helkefta cejna Remezanê 5 roj bêhvedan ragehand.
28.04.2022, Per - 07:05
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil ragehand, bi helkefta cejna Remezanê roja 1 Gulanê heta 5 Gulanê bêhnvedana fermî ye.
Cotyar Adil da zanîn jî, roja 8 Gulanê jî li tevahiya sazî û dezgehên hikûmetê dewam dest pê dike.
Li Herêma Kurdistanê ji bilî roja îniyê li hinek saziyan roja şemiyê jî bêhnvenda e. Roja îniyê dike 6 Gulanê û roja şemiyê jî dike roja 7 mehê loma roja 8 mehê dewama giştî dest pê dike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:10:45