Li Hewlêrê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan

Şeva borî li ser cadeya 60 metrî ya li hember Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, di encama bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
14.10.2022, Cum - 07:30
Li Hewlêrê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro li paytexta Herêma Kurdistanê bûyereke dijwar a trafîkê çê bû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer serê sibeha îro li ser cadeya 60 metrî ku cadeyeke sereke ya bajarê Hewlêrê ye û li nêzîk parlamentoya Kurdistanê çê bû.

Di bûyerê de du otomobîlên ji corê Hundai û Ford ku rûbirûyê hev hatine bi hev re qeza kirine.

Di bûyerê de 4 kesên di otomobîla Hundai de ku endamên malbatekê ne û herwiha şofêrê otomobîla Ford canê xwe ji dest dane.

Polîs û hêzên emnî yên din gihîştine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Cenazeyên kesên ku di bûyerên de canê xwe ji dest dane ji aliyê hêzên emnî û mirovên derdorê ve ji nav otomobîlan hatin derxistin.

Termên her pênc kesên di bûyerê de canê xwe ji dest dane, ji bo otopsiyê rakirina Pizîşkiya Dadê ya Hewlêrê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:57