Li Hewlêrê gotûbêja li ser elektronîkî kirina karûbarên hikûmetê tê kirin

Hejmarek lêkolerên teknolojiya nûjen çend lêkolîn ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku ji bo bi temamî hikûmeta elektronîk li Kurdistanê bêne bicihanîn.
16.02.2023, Per - 09:18
Li Hewlêrê gotûbêja li ser elektronîkî kirina karûbarên hikûmetê tê kirin
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ragihand, pêngavên hikûmeta elektronîk li Kurdistanê dest pê kirine û niha çendîn dezgehên îdarî û darayî yên Kurdistanê bi sîstemên elektronîkî kar dikin. Lê armanc û cîhanbîniya serokwezîrê kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ji wê yekê berfirehtir e, lewra tê çaverêkirin ku di heyama çar salên bê de hemû saziyên Herêma Kurdistanê bibin elektronîkî.

Parêzgerê Hewlêrê ragehand: Sûd û feydeyên vê sîstemê gelek in, hin ji wan jî teserûfkirina demê, ji holê rakirina rûtîn, kêmkirina gendeliyê, navbeynkarî, rêgirtin û destwerdanê ye.

Gotûbêja rêveberiya elektronîk li Herêma Kurdistanê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê ve hat kirin û çend lêkolîn hatin pêşkêşkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:29