Li Hewlêrê konferansekî zanistî li ser karesatên xwezayî birêve diçe
Parêzgerê Hewlêrê ragehand, di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de konferansekî zanistî li ser karesatên xwezayî birêve diçe.
12.09.2022, Pts - 08:20
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja Şemiya pêş me konferansekî zanistî li ser lehî û karesatên xwezayî li bajarê Hewlêrê birêve diçe û di wê konferansê de behsa amadekarî bo rêgirî kirin û bi hewara hevniştimaniyan ve çûn jî dê bê gotûbêj kirin.’’
Herwaha got: ‘’Ev konferanse dê 2 rojan berdewam bike û di bin çavdêriya birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dê birêve biçe.’’
Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 765 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:09