Li Hewlêrê Konsulxaneya Giştî ya Qeterê tê vekirin

Di demeke nêz de Konsulxaneya Giştî ya welatê Qeterê dê li bajarê Hewlêrê were vekirin.
05.10.2022, Çar - 07:25
Li Hewlêrê Konsulxaneya Giştî ya Qeterê tê vekirin
Nuçe Belav bike

Roja sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, Encûmena Wezîran a Iraqê rizamendî li ser vekirina Konsulxaneya Giştî ya welatê Qeterê li bajarê Hewlêrê nîşan da.

Di daxuyaniya civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de hatiye, li gor yasaya xizmeta derve ya sala 2008an û rêkeftina Viyenayê ji bo pêwendiya konsulxaneyan a sala 1963yan, li ser vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li bajarê Hewlêrê rizamendî hatiye nîşandan.

Ev pêngav, di dirêjahiya hewlên dîplomasî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê, ji bo berfirehkirina pêwendiyên xwe yên ligel welatên navçeyê û bi armanca geşepêdana jêrxan û karkirina li ser pêşvebirina sektorên cuda yên li Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:30