Li Hewlêrê leşkerekî Amerîkayê mir
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), diyar kir ku doh leşkerekî wan li Hewlêrê miriye
19.06.2025, Per - 11:20
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), diyar kir ku doh leşkerekî wan li Hewlêrê miriye.
Wezaretê ragihand ku leşkerê wan ê bi navê Saul Fabian Gonzalez ne di şer de, ji ber "sedemên xwezayî" miriye.
Pentagonê da zanîn ku Saul Fabian Gonzalez 26 salî bûye û ji bajarê Pullmanê yê eyaleta Michiganê bûye.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:00