Li Hewlêrê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê hatin bibîranîn

Piştî 50 salan ji sêdaredan û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê rijêma nemayî ya Beis ve, li Hewlêrê perde li ser peykerê Jina Azad hat hildan.
13.05.2024, Pts - 10:05
Li Hewlêrê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê hatin bibîranîn
Nuçe Belav bike

Piştî derbazbûna 50 salan bi ser sêdaredan û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê ve, duh (Yekşem, 12.05.2024) li Sikirtariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê li Hewlêrê, perde ji ser peykerê Jina Azad hat hildan.

Di merasîmên wê bîranînê de, pêşangehek hat vekirin û bi çend gotaran behsa xebat û azatiya Leyla Qasim û hevalên wê hat kirin.

Parêzgerê Hewlêrê û Sikirtêra Yekîtiya Afretên Kurdistanê û hejmareke jinan û malbata Leyla Qasim jî di wê merasîmê de berhev bûn.

Rijêma nemayî ya Beis piştî girtina Leyla Qasim û hevalên wê, di darizandineke nedadperwerane de biryara sêdaredanê ji bo Leyla Qasim û hevalên wê derxist.

Seet 07:00 ê serê sibeha roja 12ê Gulana 1974ê, Leyla Qasim bi kincên Kurdî û her çar hevalên wê bi navên Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman hatin sêdaredan û şehîdkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 902 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:40