Li Kampa Herşem a penaberên koçberên agir derket

Agir bi Kampa Herşem 1 a koçberên Şingalê li Hewlêrê ket û di encamê de 6 mal bi temamî şewitîn. Welatiyekî got ku hemû belgeyên wan şewitîne, lê ti ziyanên canî çênebûne.
06.09.2022, Sal - 06:38
Li Kampa Herşem a penaberên koçberên agir derket
Nuçe Belav bike

Agit îro Sêşemê 6ê Îlona 2022yan saet derdora 06:00ê derket. Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ji cihê bûyerê ragihand, agir gelekî mezin bûye û elektirîka giştî çend caran hatiye û çûye û piştre jî agir bi kampê ketiye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di encama şewatê de 6 xanî bi temamî şewitîn û piştre çend çend kesên ku destpêkê haya wan ji agir çê bûye, rûniştvanên kampê agahdar kirine û karîbûn ji malên xwe derkevin, lê tiştê di nava xaniyan de hebû bi temamî şewitîn.

Kamp ji bo koçberên Şingalê hatiye veqetandin û zêdetirî 150 kerevana tê de hene. Welatiyekî kampê got, "Ti windahiyên canî çênebûn, lê şewat gelekî mezin bû û ji ber şortên elektrîkê bûye.”

Kesekî ku mala wî bi temamî şewitî ye û ji Şengalê bû got, "Em nizanin agir ji ber elektrîk an jî ji ber gazê bûye. Şikir ji Xwedê re ti ziyanên canî çênebûne, lê hemû belgeyên me û hundirê mala me şewitîn."

Welatiyekî din jî ji Rûdawê re diyar kir ku li kampên din wesayîtên agirkujiyê hene, “lê li kampa wan ne wesayîtên agirkujiyê û ne jî ambûlansên me hene.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:40