Li Kerkûk 2 DAÎŞ'î hatin girtin

Yekîneyên Asayîşa Kerkûkê, 2 DAÎŞ'îyên ku ketibûn di nav koçberan û dixwestin bikevin navçeya Dakûkê hatin desteserkirin.
08.09.2017, Cum - 06:37
Li Kerkûk 2 DAÎŞ'î hatin girtin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Asayişa Kerkûkê di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye: “Piştî berhevkirina zanyariyan û çavdêriyeke bi hûrgilî, hêzên me li navçeya Daquqê, du çekdarên DAIŞê desteser kirin.”

Herwiha Asayişdestnîşan dike, ku navê yekî M.S.H ye, xelkê Şaredê ye û sê sal çekdar bûye û di îstîxbarata DAIŞê de xebitiye, li dijî Pêşmerge û hêzên ewlehiyê beşdarî gelek şer û pevçûnan bûye. Bavê terorîstê navborî di sala 2007an de berpirsê terorîstên rêxistina terorî ya El Qaîde bû li sînorê Hemrîn – Hewîceyê.”

Di daxuyaniyê de li ser çekdarê din jî hatiye aşkerekirin: “Navê wî D.E.E ye û xelkê Şardêya Ebasiye ye. Ev terorîst jî sê sal li Hewîceyê di beşa çêkirin û vedanîna bombeyan de xebitiye. Ji bilî wî, bav û sê birayên wî jî çekdarên DAIŞê bûne û du birayên wî di şerê li dijî hêzên Pêşmerge de hatine kuştin.”

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin: “Ev her du çekdarên DAIŞê, çend hefte berê li gel awareyên Hewîceyê hatine sînorê bajarokê Daquq û niştecih bûne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:08