Li Kerkûkê du çekdarên xwekuj hatin kuştin

Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku du çekdarên ku plan hebû xwe biteqînin ji aliyê hêzên wan ve hatin kuştin.
16.09.2024, Pts - 10:24
Li Kerkûkê du çekdarên xwekuj hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê da zanîn bûyer li Taxa Penca Elî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, çekdarên ku bi pişta wan ve bombe hebû ji aliyên Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ve hatin dorpêçkirin.

Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê piştî ku gule li wan reşandin her du jî teqiyan û mirin.

Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Îraqê her wiha eşkere kir ew her du çekdar bi agahiyên îstixbaratî hatine tespîtkirin.

Her du çekdaran motorsîklet hebûn.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:47