Li Kerkûkê qedexeya giştî hate ragihandin

Ji ber xwepêşandanên ciwanên Kurd li Kerkûkê, qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr hat ragihandin û hemû rêyên sereke hatin girtin.
02.09.2023, Cts - 16:47
Li Kerkûkê qedexeya giştî hate ragihandin
Nuçe Belav bike

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Xwepêşanderekî ji peyamnêrê K24ê re got, wan îro wek Kurd ji bo bidawîkirina astengî û girtina rêya Hewlêr û Kerkûkê derketine xwepêşandanê.

Got jî: “Hin aliyên Ereb û Tirkmen yên şoven bi piştevaniya îdare bajêr ya xwe sepandiye, dijayetiya Kurdên Kerkûk dikin, em jî dixwazin dawî li vê rewşê were.”

Xwepêşanderên Kurd li Kerkûkê durişmeyên “Bijî Kurd û Kurdistan. Kerkûk Kurdistanî ye. Kurd Zindî ye” qîr kirin û ji K24ê re dibêjin, tiştê ku niha li Kerkûkê diqewime, hewleke din a dagîrkirin û derxistina Kurdan ji bajêr e.

Herwiha xwepêşanderên Kurd daxwaz ji Pêşmerge û hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku piştevaniya xwepêşanderên Kurd li Kerkûkê bikin û di rewşa niha ya Kerkûkê de, wan bi tenê nehêlin, daxwazên wan bicîh bînin û fişarê li hikûmet, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bikin.

Derbarê girûpên ku rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd yên Kerkûkê gotin, ewên ku çadir vedane û rêya sereke girtine, ne xelkê Kerkûkê yên resen in, ew tenê li dijî hebûn û berjewendiyên Kurdan li Kerkûkê ne.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ji cihê xwepêşandanê ve da zanîn, teqe li xweşpêşanderan tê kirin û di encamê de heta niha kesek şehîd bûye û 3 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:40:54