Li Kerkûkê rêgirî li karkirina cotkarên Kurd tê kirin

Fermadariya Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê careke din cotkarên pênc gundên sînorê Sergeran agahdar kirine ku karên çandiniyê rawestînin û kesên ku karên xwe ranewestînin, dê bêne desteserkirin.
02.06.2023, Cum - 05:55
Li Kerkûkê rêgirî li karkirina cotkarên Kurd tê kirin
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an, Nûnerê Cotkarên Sergeran Mihemed Emîn ji Kurdistan24ê re ragihand, Fermandariya Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê ji wan ragihandiye ku demildest divê hemû karên xwe yên çandiniyê li gundên Pelkane, Gabeleke, Xerabe, Şenaxe û Serberşax rawestînin û kesên ku karên xwe bidomînin, dê bêne desteserkirin.

Nûnerê Cotkarên Sergeran diyar kir, piştî hewleke mezin û zexta nûnerên Kurd ên li Bexdayê di du hefteyên borî de, karîbûn karên xwe li ser zeviyên xwe bikin, lê belê ev biryara artêşa Iraqê careke din astengî ji bo cotkarên Kurd ên li navçeyê dirust dike.

Mihemed Emîn destnîşan kir, di egera çaresernekirina vê kêşeyê de, cotkarên Kurd dê tûşî ziyaneke mezin bibin, çimkî cotkarên deverê li zeviyên xwe çandinî kirine û rawestandina avdanê jî berhemên wan hişk dike û bi vê yekê dabînkirina debara wan dikeve metirsiyê.

Herwiha li ser navê cotkarên deverê daxwaz kir, "nûnerên Kurd û serkirdetiya Kurdan destwerdanê bikin û vê zilma artêşa Iraqê qebûl nekin".

Ji destpêka hatina demsala biharê ve, çend car in Erebên hawirde êrîş kirin ser cotkarên Kurd ên li gundên sînorê Sergeran û bi piştevaniya artêşa Iraqê rêgirî li karên cotkarên Kurd tê kirin.

Çend caran nûnerên Kurd ên li Bexdayê bi rêya agahdarkirina rayedarên Bexdayê ji bo rawestandina liv û tevgerên artêşa Iraqê, çend roj zextên li ser cotkarên Kurd rawestiyabû, lê careke din rêgiriya li cotkarên Kurd dest pê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:57:44