Di civînê de reşnivîsek hate amadekirin, ku tê hevoka “divê rêz li ber mafên Kurdan were girtin”, cîh digirt. Lê li ser daxwaza Brîtanyayê ev hevok ji reşnivîsê hate derxistin.
Balyozê Brîtanyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Matthew Rycroft got: “Welatê min piştgirî dide yekîtiya axa Iraqê. Em referandumê nas nakin, çimku ne li gor destûrê ye.”
Şirovekarê Peymangeha Şahane ya Chatham House, Dr. Renad Mansour ji ajansa Rûdawê re axifî û got: “Brîtanya ji bo kêmkirina desthilat û hejmûna Îranê ya li Iraqê, li gel Amerîkayê piştgirî dide hikûmeta navendî ya Bexdayê û Ebadî. Brîtanya dixwaze hikûmeta navendî bihêz bibe.”
Lê bi nêrîna Dr. Renad Mansour zehmet e, ku ev siyaseta Brîtanyayê ser bikeve û dibêje: “Lê Heyder Ebadî pişta xwe bi Heşda Şeibî ve girêdaye. Li vire pirsgirêk ew navçeyên nakok in, ku pêşmerge ji wan deran vekişiya. Brîtanya jî nizane çi awayî hevkariya pêşmerge bike û li ku alîkarî bide.”
Chris Rennard, ku ev 18 sal in endamê Encumena Lordan a Brîtanyayê ye, rexne li siyaseta welatê xwe digre û dibêje “Mixabin Brîtanya rewşa Kurdistanê, Iraqê û herêmê baş fam nake. Civaka navdewletî jî pişta xwe li kurdan zivirîn.”
Lord Bennard di wê baweriyê de ye, ku divê şîrketa British Petroleum (BP) rastiya Kerkûkê berçav bigre. Ji ber ku Kerkûk bajarekî nakok e di navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê de.
Di destpêka êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya ser Kerkûkê û navçeyên kurdistanî de, hejmareke zêde ya bîrên petrolê ketine destê hikûmeta navendî ya Iraqê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev çend sal bûn ji bo karkirina li van bîran mesrefek zêde kiribû.
Êrîşên leşkerî yên Iraqê li dijî Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, lê Brîtanyayê bêdengî nehilbijartiye. Bi awayekî eşkere piştgirî dide vê siyaseta Bexdayê û piştgirî dide kompanyayên xwe li Kerkûkê li gel hikûmeta Iraqê kar bikin.