Li Koye 7 haletên nexweşiya Kolêrayê hatin tomarkirin

Li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê 7 haletên nexweşiya Kolêrayê hatin tomarkirin.
08.07.2022, Cum - 14:03
Li Koye 7 haletên nexweşiya Kolêrayê hatin tomarkirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê tenduristiya Koye, Hawkar Elî ji BasNewsê re got, têsta 7 kesên ku ji ber gumana nexweşiya Kolêrayê hatibûn razandin, pozîtîf derket.

Hawkar Elî her wiha got, çendîn kesên din jî bi heman sebebê hatine razandin û têsta wan jî hatiye wergirtin û em li benda encamê ne.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 756 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:23