Li Koyeyê otomobîlek hat bombebarankirin: Mirî û birîndar hene

Li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê otomobîlek hate bombebarankirin, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.
17.10.2023, Sal - 12:43
Li Koyeyê otomobîlek hat bombebarankirin: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê otomobîlek hate bombebarankirin, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Otomobîleke taybet li pişt Çiyayê Heybet Sultanê yê qezayay Koyeyê ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin.

Ajansa Rûdawê diyar kir ku li gorî zanyariyên destpêkê şofêr jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberê Tenduristiyê yê Koyeyê Dr. Kameran Ebas li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî

Dr. Kameran Ebas ragihand ku du birîndar anîne Nexweşxaneya Koyeyê, yek du parçe li sînga wî ketibûn û canê xwe ji dest da û yê din parçeyekî biçûk li serê wî ketiye û birîna wî sivik e.

Abbas da zanîn ku der barê nasnameya kesên di otomobîlê de ti agahî nînin.

Herwiha Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Koye Dr. Şêrwan Celal ragihand, di wê otomobîlê de 4 kes hebûn ku 3 ji wan jin bûn û şofêrê wê jiyana xwe ji dest da û 3 jinên din jî birîndar bûn.

Celal da zanîn ku kesên di otomobîlê de agahî dane wan ku ji Ranya hatine û xwestine biçin Kampa Mexmûrê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:32:57